Mesrûr Barzanî bi tundî êriş şermezar kir û li ser berdewamiya karên hikûmetê peyamek da. Serokwezîr anî ziman ku ev cure zext û gefên leşkerî nikarin wan ji cîbicîkirina erkên wan ên fermî û parastina welatiyên Herêma Kurdistanê sar bikin.
Mesrûr Barzanî: Ofîsa min a taybet bi dronên Îranê hat hedefgirtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişên bi dronan ên li ser ofîsa xwe peyamek weşand. Barzanî diyar kir ku ev êrişên bêperwa bi ti awayî nayên qebûlkirin û rasterast aramiya Kurdistanê hedef digirin.