Di derbarê vê yekê de Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, piştî ku geştên asmanî ji ber ambargoyên Amerîkayê hatin rawestandin, destûr tê dayîn ku şîrketên hewayî yên Îranê ji bilî şîrketa Mahan Air rojane 40 geştên asmanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê pêk bînin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hikûmeta Îraqê ji bo ji nû ve destpêkirina geştên Îranê ji bo Necefê bi aliyên peywendîdar re têkilî danî û şopandin, ev yek pêk hat.