Elî Zeydî: Ji bo vekişîna hêzên Tirk û bêçekkirina koman planên nû hene

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku ji bo vekişîna leşkerên Tirk ji xaka welat li gel Enqereyê di danûstandinan de ne. Her wiha destnîşan kir ku heta Hezîrana 2027'an divê hemû çekên komên çekdar werin komkirin û tenê di destê dewletê de bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê îraqê Elî Zeydî di daxuyaniyeke taybet de ji rojnameya New York Times re li ser mijarên girîng ên rojeva welat axivî. Zeydî diyar kir ku kontrolkirina çekên komên çekdar ên li derveyî qanûnê êdî ne mijareke dilxwazî ye, LÊ belê ji bo avakirina aboriyeke bihêz neçariyek e.

Li gorî daxuyaniyê, Zeydî piştî bidawîbûna vekişîna hêzên Amerîkayê di 30'yê Îlonê de, peymana bêçekkirinê ya qonax bi qonax dê were ragihandin. Di qonaxa yekem de dê 90 roj wekî agirbest di navbera komên çekdar û Amerîkayê de were diyarkirin, paşê jî radestkirina çekan dest pê bike ku armanc e heta 30'yê Hezîrana 2027'an temam bibe. Endamên van koman dê di nav hêzên Heşda Şeebî de werin helandin û tu statuyeke wan a serbixwe namîne.

Di aliyê peywendiyên ligel Tirkiyeyê de, Serokwezîr eşkere kir ku muzakereyên wan ên bi hikûmeta Enqereyê re ji bo vekişandina artêşa Tirkiyê ji sînorên Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam dikin.

Zeydî her wiha bal kişand ser bandora neyênî ya şerê navbera Amerîka û Îranê li ser aboriya Îraqê û diyar kir ku ji ber girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Tehranê ve, Îraqê ji sedî 60'ê dahata xwe ya neftê winda kiriye ku ev yek ziyaneke nêzî 60 milyar dolarî nîşan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye