Muhleta Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji bo Elî Zeydî bi dawî hat

Ew muhleta ku Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji bo hikûmeta Îraqê diyar kiribû da ku tolê ji êrîşa hevpar a Amerîka û Erebistana Sûdî ya li ser baregehên Heşda Şebî hilîne, bi dawî bû. Li hemberî vê yekê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî hemû hêzên çekdar ên dewletê xistiye lûtkeya amadebaşiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ew muhleta ku Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji bo Elî Zeydî diyar kiribûn da ku tolê ji Erebistana Sûdî û Amerîkayê hilîne, bi dawî bû.

Zeydî jî hêzên çekdar ên dewletê xistiye rewşa amadebaşiya herî bilind.

Di 29’ê meha borî de di êrîşeke hevpar a Amerîka û Erebistana Siûdî de ya li ser baregehên Heşda Şebî li Îraqê, 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdarên din jî birîndar bûn.

Eniya Berxwedana Îslamî li Îraqê roja 7’ê Tebaxê weke muhleta dawî ji bo tolhildana ji Erebistana Siûdî û Amerîkayê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve diyar kiribûn.

Lê belê di wê muhletê de ku Eniya Berxwedanê diyar kiribû, Elî Zeydî ti êrîşek li ser Siûdiyê encam neda.

Elî Zeydî hêzên çekdar ên dewletê xistiye rewşa amadebaşiyê

Ji ber vê yekê, piştî liv û tevgerên grûpên çekdar ên Eniya Berxwedana Îslamî, êvara duh bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî, hêzên Antî-Teror ên Îraqê ber bi Bexdayê ve liviyan û hemû hêzên din jî hatin xistin di rewşa amadebaşiya herî bilind de.

Erebistana Siûdî: Eniya Berxwedanê û Hûsiyan dixwestin êrîşî me bikin

Medyayên Siûdiyê belav kirine ku gelek raporên îstîxbaratî ji Siûdiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên herêmê hatine, eşkere kirine ku grûpên çekdar ên Îraqî bi hevahengiya ligel Hûsiyan û bi rênîşandana Supaya Pasdarên Îranê planeke êrîşê ya li ser Siûdiyê amade kirine.

Her wiha diyar kirine ku Erebistana Siûdî dê hemû rênûs û tedbîrên pêwîst bigire ji bo rûbirûbûna her destdirêjiyekê.

Erebistana Siûdî: Me çavdêriya civîna Eniya Berxwedanê û Hûsiyan û Îranê kiriye

Her wiha Siûdiyê çavdêriya civîneke taybet a Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê û Hûsiyan û hinek ji endamên Supaya Pasdarên Îranê kiriye.

Her wekî liv û tevgera firokeyên bêfirokevan û mûşekan, ku armanca wan êrîşkirina ser Siûdiyê û têkdana aramiya herêmê bûye.

Hevdemî vê yekê, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê Sebah Nehman daxwaz ji grûpên “Eniya Berxwedana Îslamî” kir ku ti êrîşê li dijî Siûdiyê encam nedin.

Hadî Amirî bo Eniya Berxwedana Îslamî: Sebra xwe bînin û êrîşan paş bixin

Ji aliyekî din ve, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji çekdarên Eniya Berxwedana Îslamî li Îraqê kir ku bersivên xwe yên li dijî êrîşên Amerîka û Siûdiyê paş bixin.

Amirî daxwaz ji hêzên Eniya Berxwedana Îslamî kir ku sebra xwe bînin, xwe bigirin û ji bo berjewendiya bilind a Îraqê aram bin û êrîşan paş bixin, her wiha got ku mafê qurbaniyan dê bi rêya dîplomasiyê bê şopandin.

Nivîsgeha Malikî: Em piştgiriya kontrolkirina çekan di destê dewletê de dikin

Her wiha Rêveberê Nivîsgeha Nûrî Malikî, Hîşam Rukabî li ser tora X’ê ev ragihand:

‘‘Helwesta Hevpeymaniya Dewleta Yasa ron û cîgir e.

Ew piştgiriya kontrolkirina çekan di destê dewletê de li gorî yasa û destûrê dike, lê bi şêwazekî ku aştiya navxweyî biparêze û Îraqê ji her rûbirûbûneke navxweyî yan xwînrijandinê dûr bixe.’’

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku çespandina desthilata dewletê bi alozkirinê bi dest nayê, lê bi diyalog, rênûsên yasayî û lihevhatina niştimanî tê, bi rengekî ku giyanê Îraqiyan biparêze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye