Çavkaniyekê ji nav dadgehên Îraqî ji AFP`ê re eşkere kir, ev her şeş endamên DAIŞ`ê ji Sûriye bo Îraqê hatine veguhastin û niha li Îraqê di girtîgehê de ne.
Çavkaniyê piştrast kir ku ev kes dê di demeke nêz de werin darizandin.
Parêzerên wan ku hewil didin wan vegerînin Fransayê, hişyariyê didin û dibêjin, dibe ku ew bi cezayê darvekirinê re rû bi rû bimînin.
Di sala 2025'an de, 47 welatiyên Fransî yên endamên DAIŞ`ê, ji Sûriye ber bi Îraqê ve hatibûn veguhastin.