Di êrîşa Rûsyayê ya li ser Kîevê de 4 kes hatin kuştin

Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, şerê paytextan dest pê kiriye û her aliyek êrîşî paytexta aliyê din dike. Li herêma Kîevê, di encama êrîşeke Rûsyayê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ku 3 ji wan zarok bûn. Li aliyê din, Ûkrayna êrîşeke mezin li ser Moskova û derdora wê pêk anî, di encamê de 2 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şeva derbasbûyî Rûsyayê bi dronan êrîşî ser herêma Kîevê kir di encamê de 4 sivîl hatin kuştin, di nav wan de 3 zarok jî hene.

Di nav qurbaniyan de dayikek û du zarokên sê salî hene ku dema dronek li mala wan ket, jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha, keçeke din piştî ku di êrîşeke cuda de birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li pênc navçeyên Kîevê 31 deveran ziyan dîtin

Li gorî rayedarên herêma Kîevê, êrîşên Rûsyayê ji bo zêdetirî rojekê berdewam kirin û li pênc navçeyan 31 cihan zirar dîtine.

Li navçeya Fastivê, 24 cih, di nav wan de mal, avahiyên pîşesazî û xizmetguzariyê, kargeheke çandiniyê û erebeyan, hatin hedefgirtin.

Li Moskovayê 1600 dronên Ukraynayê hatine daxistin

Di heman rojê de, Ukrayna yek ji êrîşên herî mezin ên bi dronan li ser Moskovayê û derdora wê pêk anî.

Rayedarên Rûsyayê dibêjin ku ji roja şemiyê ve zêdetirî 1 hezar û 600 dron hatine daxistin, di nav wan de 450 dronên ku ber bi Moskovayê ve diçûn.

Di êrîşa Ukraynayê ya li ser Moskovayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Moskovayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di paytextê de jî çend dron gihiştin nav erdê rafîneriya neftê ya Moskovayê.

Li herêma Moskovayê, li ser êrîşan, 400 kes, di nav wan de 70 zarok, ji avahiyeke 21-qatan hatin derxistin û hin malan zirar dîtin.

Rayedarên Moskovayê îdia kirin ku êrîş ji bo astengkirina hilbijartinên parlamentoyê hatibû plankirin, lê Ukrayna heta niha li ser êrîşê daxuyaniyek nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye