Li Caracas dengê teqînên bihêz hat bihîstin

Li paytexta Venezuelayê, Caracas nêzî 7 teqînên bihêz qewimîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihand ku îro serê sibehê li paytexta Venezuelayê Caracas dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Her wiha hat zanîn teqînên bilind û dengên dişibin gurîna balafiran, li paytexta Venezuelayê, derdora saet 2:00`ê sibehê hatin bihîstin.

 Ev teqîn di demekê de hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên êrîşan li dijî Venezuelayê dixwe.

Ajans Reuters jî destnîşan kir ku li başûrê bajêr, li nêzîkî baregeheke leşkerî ya mezin, qutbûna elektrîkê çêbûye.

Di heman demê de, Medyaya Venezuelayê ragihand ku herî kêm 7 teqîn li Caracas çêbûne, sedema van teqînan hîn jî nediyare.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye