Li Sûdanê 31 kes hatin kuştin

Li Sûdanê planeke nû ji aliyê fermandariya Artêşê ve hatiye danîn, li gor wê planê dê hêzên Artêşê derbasî nav herêma Kurdvan bibin û wê herêmê kontrol bikin. Hêzên Piştgiriya Lezgîn şer dikin û nahêlin hêzên Artêşê derbasî nav herêmên wan bibin. Di şerê di navbera her du aliyan de, sivîl têne kuştin, her aliyek jî aliyê din bi kuştina sivîlan sûcdar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirê şer li aliyekî û belavbûna nexweşiyan li aliyekî din, bûne sedem ku rojane bi dehan kes li Sûdanê jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî çalakvan û bijîşkên li Sûdanê, di topbarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, li ser El Faşer û kampa Ebû Şûk de, 31 sivîl hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

 

Şerê artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn dijwartir dibe

 

Ev topbaran jî di çarçoveya berdewamiya şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de tê, ku niha hêzên Artêşê dest bi amadekariyan dikin da ku derbasî nav herêma Kurdvan û bi taybetî jî Darfûrê bibin.

Tora Doktorên Sûdanê eşkere kir ku di nav kuştiyan de, 7 zarok û jinek hene, her wiha 13 kesên din jî, di topbarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, li ser kampa Ebû Şûk li Bakurê Darfourê birîndar bûn.

Tora Doktoran li ser rewşa mirovî ya dijwar diyar kir ku ji ber dorpêçkirina ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatiye ferzkirin, ew jî kêmasiyeke giran a derman, karmendên bijîşkî û xwarinê dikişînin.

 

Li Darfurê ji ber kolerayê 33 kesan jiyana xwe ji dest da

 

Li Sûdanê, bi taybetî li Darfûrê, ji ber berdewamkirina şer, nexweşiya kolerayê belav dibe.

Nûçegihanê Al Arabiya ragihand ku li Darfûrê ji ber kolerayê, 33 kesan jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên bijîşkî diyar kirin ku li herêma Ebû Karinka ya li rojhilatê El Daeinê, 15 kesan ji ber nexweşiyê  jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li herêma Şaerya, li bakurê El Daein jî, 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Neteweyên Yekbûyî jî, vê dawiyê hişyarî da ku 17 herêmên Sûdanê, di nav wan de hin herêmên Darfûr, Çiyayên Nûba, Xertûm û El Cezîre, di bin xetereya birçîbûnê de ne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24