Li Rûsyayê ji ber êrîşa Ûkraynayê 3 kes hatin kuştin

Artêşa Ûkrayna bi dornan êrîşî ser çend navçeyên Rûsyayê kir, Rûsya jî bersiv da. 112 dron hatin xistin û 3 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê sibehê, Artêşa Ûkraynayê bi balafirên bêmirov êrîşî ser herêmên Rostov û Penza yên Rûsyayê kir û di encamê de  3 kes hatin kuştin.

Artêşa Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wan bersiv dan û 112 dronên Ûkraynayê xistin xwarê.           

Berî vê yekê jî, Ûkraynayê eşkere kiribû ku di êrîşên dawîn ên Rûsyayê de, jineke 75 salî hatibû kuştin û 13 kesên din jî birîndar bibûn.

Ûkraynayê ragihand ku di êrişeke dijwar a balafirên bêmirov ên Rûsyayê ya li ser bajarê Xarkîv ê li rojhilatê welêt de, herî kêm 11 kes di nav wan de, 3 zarok birîndar bûne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye