Geştên balafiran di navbera Stenbol û Helebê de dest pê kirin

Geştên asmanî yên di navbera Heleb û Stenbolê de, ku ji nîsana 2012`an ve hatibûn rawestandin, duh dîsa dest pê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh 1ê tebaxê, balafirek ku 145 rêwî tê de bûn ji Stenbolê ber bi Helebê ve bi rêket, ew jî piştî 14 salan ji rawestandina geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Ebdulqadir Oral Oxlo diyar kir ku di meha bê de, di nav hefteyekê de, wê 5 caran geştên balafiran, di navbera Heleb û Stenbolê de hebin.

Ji aliyê xwe ve jî, konsulê giştî yê Tirkiyê li Helebê, Muammer Hakan Cengiz, got: “Heleb ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û di navbera me de têkiliyên dîrokî û çandî hene.”

Di geştên balafiran ên di navbera Stenbol û Helebê de, kirêya her rêwiyekî 299 dolarên Amerîkî ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24