Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Christophe Lemoine, got ku Fransa wê nêzîkî 10 ton alîkariya mirovî bişîne Libnanê.
Lemoine, ji rojnamevanan re got: "Ev barkirina nû ya nêzîkî 10 tonan wê îro biçe.
Ev pakêta nû ya alîkariya mirovî, ji bo pêdiviyên Libnanî yên bêwar, bersiveke rastîn e."
"Libnan hêdî hêdî mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest dixe"
Wezîrê Derve yê Libnanê Yûsif Rajî piştrast kir ku Libnanê dest pê kiriye ku hêdî hêdî mafê xwe yê xwezayî yê diyarkirina çarenûsê, bi dest bixe.
Yûsif Rajî tekez kir ku dewleta Libnanê bi tena serê xwe xwediyê desthilatê ye ku di danûstandinan de biryaran bide.
Her wiha Rajî da zanîn ku Libnan ne girêdayî ti kesî ye, ne jî kertek di destê ti alîyekî de ye.
Wezîrê Derve yê Libnanê di hevpeyvînekê de, ligel Şerq-Ewsat, got:
"Erka me ya neteweyî îro vegerandina serweriya bê kêmasî ye.
Eger armanc bidawîanîna şer û vegerandina axê be, şerm tune ye ku dewleta Libnanê bi Îsraîlê re danûstandinan bike."
Gera duyem a dan û standinan di navbera Îsraîl û libnanê de pêk hat
Balyoza Libnanê li Washingtonê, Nada Hemadeh Mouawad, bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yehiel Leiter re li baregeha Wezareta Derve ya Amerîkayê gera duyem a dan û standinan pêk anî.
Ev gera dan û standinan bi armanca nîqaşkirina dirêjkirina agirbestê pêk hat.