Li Tirkiyê çapemeniya Kurdî ya ku li ser esasê parastina çand, nasname û famê Kurdan xebatên xwe dimeşînin her carî rastî zext, sansur û girtinê tên.
Beriya 4 salan bi serdegirtina mal û saziyên çapemeniyê yên li Amedê, 20 rojnamevan hatin binçavkirin û piştî 8 rojan16 ji wan hatin girtin.
Îro danişîna doza 20 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Kurd bi faliyetên xwe yên pîşeyî û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin, li 4`emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Şandeya dadgehê piştî guhdarîkirina parastinan, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û biryar da ku qedexeya derketina derve ya li ser rojnamevanan berdewam bike.
Danişîna 12’emîn a dozê taloqî 10’ê mijdarê hat kirin.
Ev doz, di 8`ê hezîrana 2022`yan de bi serdegirtina mal û saziyên çapemeniyê yên li Amedê dest pê kiribû.
Di encama operasyonê de 20 rojnamevan hatibûn binçavkirin û piştî 8 rojan, 16 ji wan hatibûn girtin.
Rojnamevan zêdetirî salekê di girtîgehê de man bêyî ku îddîanameya wan bê amadekirin.
Di danişîna yekemîn a ku di tîrmeha 2023`yan de hat dîtin de, hemû rojnamevan bi şertê kontrola edlî, qedexeya derketina derve hatin berdan.
Di îddîanameyê de, bernameyên tv, nûçeyên hatine çêkirin, kamerayên weşanê û amûrên rojnamevaniyê wekî ‘delîlên tawanê’ hatine nîşandan.