Îro çil û sê kesên ku li Stenbolê di çarçoveya operasyonên têkildarî NATO'yê de hatine girtin, hatin birin ji bo Dadgeha Çaglayanê.
Piştî rêkarên dozgeriyê, 10 kes bi tedbîrên kontrola dadwerî hatin berdan.
Ji 33 kesên ku anîn pêşberî dadgehê, 25 kes hatin girtin.
Di nav kesên girtî de Ezgî Onalan, seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û endamê komeleyê Yunus Emre Işik hene.
Herî dawî Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî ragihand ku li Tirkiyê di çarçoveya tedbîrên ewlehî yên NATO’yê de 548 kes hatin binçavkirin.