Cenazeyê Hesen Keleş hat dîtin

Cenazeyê Hesen Keleş ê ku 30’ê îlonê li bajarê Girkê Legê hat revandin, li ser rêya bejahiya Til-Koçerê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Malbata mamosteyê felsefeyê Hesen Keleş ê ji bajarê Girkê Legê ku di 2’yê cotmehê de li ser rêya Derdara ya navçeya Til-Koçerê hatibû dîtin, cenazeyê wî tespît kir.
Tê payîn ku cenazeyê Hesen Keleş îro li gundê Sêgirka Çolî bê definkirin.
Hesen Keleş (50) di 30’ê Îlonê de ji sûka bajarê Girkê Legê ji hêla kesên nenas ve hatibû revandin û heta niha jî kesên ew revandiye nayên naskirin.
Li gorî agahiyên heyî malbatê berê xwe daye cihê ku cenaze lê hatiye dîtin û ji destê gerînendeyê navçeyê cenaze wergirt. Beriya hatina bijîşkan, malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li cenaze nêrîn û îro naskirina cenazeya wî hat ragihandin.
Piştî revandina Hesen Keleş, kesên ew revandibû beramberî berdana wî 300 hezar dolar xwestibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye