Hejmara kursiyên Meclisa Gel ango Parlamentoya Sûriyê 210 kursî ne.
Li gorî peymana 29’ê çileyê ku di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de pêk hatiye, wê nûnerên Rojava li gorî rêjeya serjimariyê di Meclisa Gel a Sûriyê de cih bigirin.
Di vê dema dawî de, li Herêma Cizîr û Kobanê ji bo destnîşankirina endamên parlamentoyê gelek xebat hat kirin.
17'ê nîsanê, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyeke Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel re civiya.
Di civînê de, mekanîzma û mercên destnîşankirina endamên Meclisa Gel hatin gotûbêjkirin.
Pîvan û rêkarên pejirandî yên pêwîst ji bo misogerkirina nûnertiya dadperwer û berfireh, li gorî pêdiviyên qonaxa heyî, hatin gotûbêjkirin.
Aliyan ji bo lezkirina hilbijartinên parlamentoyê li hev kirin ku komîteyên têkildar ava bikin.
Piştî vê, ji bo ku nûnerên herêma Cizîrê ji parlamentoya Sûriyê re werin hilbijartin, komîte hatine avakirin.
7'ê gulanê li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê komîsyonên hilbijartinê hatin erkdarkirin.
Komîsyonên diyarkirî wê serlêdanên namzetiyê wergirin.
Piştî serlêdanan, wê di nava namzetan de hilbijartin pêk werin û nûnerên ku bên diyarkirin, wê li Şamê nûnertiya temsîl bikin.
11'ê gulanê, Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel lîsteya dawî ya endamên komîteya hilbijartinan a Hesekê eşkere kir.
Wê ev komîte çavdêriya navendên hilbijartinê yên Hesekê, Dêrik û Qamişloyê bike.
Nûnerên parêzgeha Hesekê yên parlamentoya Sûriyê ji 15 kesan pêk tê.
5 kes dê ji aliyê serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ve werin erkdarkirin û 10 kes jî dê bi rêya komîteyên herêmî werin hilbijartin.
18'ê gulanê, Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê lîsteyên destpêkê yên navên endamên Desteyên Hilbijartinê yên bajarê Hesekê û Kobanê eşkere kirin.
Li gorî biryarê, lîsteyên destpêkê dê ji hêla Komîteya Bilind ve ji bo amadekirina lîsteyên dawî werin lêkolînkirin.20'ê gulanê, Komîteya Bilind lîsteyeke dawî ya navên endamên Desteyên Hilbijartinan yên li parêzgeha Hesekê weşand ku Hesekê, Dêrik û Qamişlo jî di nav de ne.
Erka endamên Desteyên Hilbijartinê ew e ku endamên parlamentoya Sûriyê di nav gerînendeya xwe ya hilbijartinê de destnîşan bikin.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara navên di Desteyên Hilbijartinê de li Hesekê 172, li Dêrikê 104, li Qamişloyê 251 û li Kobanê jî 128 kes in.
Di heman demê de, li Gerînendeyên Hilbijartinan ên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê komîteyên çavdêriya qanûnî hatin avakirin.
Duh jî Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê bi 2 biryaran navendên dengdanê ji bo hilbijartinên Meclisa Gel ên li Hesekê, Qamişlo û Kobanê destnîşan kirin.
Li gorî biryara hejmar (34), hola civînan li avahiya Rêveberiya Parêzgeha Hesekê wekî navendeke dengdanê ji bo navenda hilbijartinê ya Hesekê hat destnîşankirin.
Di heman demê de, navenda çandê ya kevn a li kêleka Sendîkaya Endazyaran wekî navendeke dengdanê ya hilbijartinê ya Qamişloyê hat destnîşankirin.
Di biryara hejmar (33) de, komîteyê navenda çandê ya li bajarê Kobanê yê parêzgeha Helebê wekî navendeke dengdanê ji bo hilbijartinên Meclisa Gel destnîşan kir.