Şandeyek ji Wezareta tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) serdana bajarê Kobanê kir.
Şandeya ku ji rêveberê qada tenduristiyê yê parêzgeha Helebê û Şamê û nûnerên UNCEF'ê pêk dihat, ji aliyê Meclisa Rêveber a bajarê Kobanê û nûnerên saziyên tenduristiyê yên bajêr ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de, rewşa tenduristî û mirovî ya Kobanê û mijara aşlekirina (vakisîn) zarokan hat nîqaşkirin.
Hat gotin ku, pêngaveke berfireh ji bo tenduristiya zarokan û nexweşiyê wê di çend rojên pêş de dest pê bike û heya 22'yê vê mehê (Nîsan) dê dewam bike.
Di serdanê de, girîngiya pêşxistina hemahengiyê di warê piştgiriya şêniyên di qada tenduristiyê de, başkirina rewşa tenduristiyê, çareserkirina pirsgirêkan û serxistina pêvajoya entegrasyonê di hemû qadan de hat gotûbêjkirin.