Li Reqayê karkerên aşê navendî daxwaza mûçeyên xwe kirin

Karkerên aşê navendî yên Reqayê li pêşiya avahiya parêzgehê çalakî li dar xistin û daxwaza mûçeyên xwe yên ku ji 30ˊê Çileya 2025ˊan ve nehatine dayîn, kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karkerên aşê navendî yên bajarê Reqayê yê Sûriyê, îro li pêş avahiya parêzgehê daxwaza mûçeyên xwe yên derengmayî û îmzekirina peymanên xebatê ku mafê wan ê karmendiyê misoger dike, kirin.

Karkeran da zanîn ku wan ji 30ˊê Çileya 2025ˊan ve, ruxmî gelek sozên tespîtkirinê ku bi rêya peymanên fermî wergirtine, mûçeyên xwe wernegirtine.

Lê piştre, dîtin ku biryar hatiye dayîn ku aş dê radestî karsazekî bibe, ev yek di nav karmendan de metirsiya windakirina kar çêkir.

Ji bo zelalkirina rewşa xwe, karmendên aşê navendî yê Reqayê çalakî li dar xistin.

Çalakvanan got daxwaza wan ew e, ku mûçeyên wan di zûtirîn dem de bên dayîn û aqûbeta karmendiya wan bê zelalkirin.

Çalakvanan bang li aliyên eleqedar kir, ku bilez destwerdanê bikin ku çareseriyekê ji bo berdewambûna xebatê û parastina mafên wan ên qanûnî bikin.

Li kêlek wê, rojane karkerên paqijiyê ji ber nedayîna mûçeyên wan ji destpêka salê ve, xwepêşandanan li dar dixin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye