Careke din bi mûşek û dronan êrîşî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin û di encama van êrîşanda qûrbanî çêbûn.
Der barê vê yekê, berpirsekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê daxuyaniyek da û got:
‘‘ Vêsibê Navenda me ya sereke ya li Zirgiwêzeleya Silêmaniyê bi 6 mûşekan hat bombebarankirin
Di vê bombebaranê de 9 pêşmerge şehîd bûn 3 jî birîndar hene.
Ji ber êrîşê agir li baregeha me ket.”
Li gorî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê nasnameya şehîdan wiha ye:
Sîna seferî, Siyawan nîkîxa, Yasîn Kiyanpor û Zekerya Feqî Hesen Aqa her wiha, Kesra Rehman, Reza Sadiqî, Ferhad Qemerî ,Ehmed Mehmudî
Berpirsê komeleyê her wiha diyar kir 3 mûşek li wê baregehê ketine ku şehîd lê hene û 3 mûşekên din jî li heman herêmê ketine.
Hevpeyman li Hewlêrê 8 dron xistine xwarê
Ji aliyekê din ve, berpirsê Partiya Komeleya Karkerên Kurdistanê Amced Hossein Penahî got:
‘‘Kampên me yên li navçeya Sudaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi mûşekan hatine bombebarankirin, lê ti qurbanî çênebûne.’’
Ji aliyekî din ve jî, Dijî Terora Herêma Kurdistanê jî têkildarî êrîşên li ser Hewlêrê ev gahî dan:
‘‘Hêzên hevpeymanê îro sibehê di navbera saet 4:19 û 5:25’an de li Hewlêrê 8 dron xistine xwarê.’’
Heman çavkaniyê diyarkir ku di êrîşan li Hewlêrê de ti qurbanî çênebûn.