11 Partiyên Bakurê Kurdistanê: Divê Tirkiye gavên şênber bavêje

Li Bakurê Kurdistanê 11 partiyan ku di nava wan de DEM Partî, DBP, TOP, ESP û TÎP jî cih digirin, diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûye û bang li Tirkiyê kirin ku gavên şênber bavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

11 partiyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar banga avêtina gavên şênber ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demoratîk kirin.

 

Daxuyaniya hevpar ji aliyê DBP, DEM PARTÎ, PARTIYA ŞOREŞGER, EHP, EMEP, ESP, SODAP, SYKP, TÎP, TOP û Partiya Çepgirên Kesk ve hat dayîn.

 

Di daxuyaniya hevpar de, ev yek hat gotin:

 

“Pêvajoya ku li Tirkiyê zêdetirî salekê ye berdewam dike, gihîştiye qonaxeke nû.

 

Di qonaxa nû de, tiştê hewce ye ku divê were kirin, avêtina pêngavan e.

 

Avêtina van pêngavan beriya her tiştî, berpirsiyariya desthilatdariya siyasî ye."

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de, wiha hat gotin:

 

"Desthilatdarî, pêngavên ku aştî û demokrasiyê dixe di pratîkê de navêje û tenê pêvajoyê di çarçoveya ewlehiyê de sînordar dike.

 

Hewil tê dayîn ku pêvajo tenê bi gotinên niyetbaşiyê were birêvebirin.

 

Lê belê, xala gotinên niyetbaşiyê derbas bûye.

 

Xebatên Komîsyonê jî ku weke qonaxeke pêvajoyê dihatin dîtin, bi dawî bûn.

 

Êdî li pêşiya avêtina pêngavên şênber tu astengî nemane."

 

Di daxuyaniyê de girêdayî şert û mercan, ev bang hatine kirin:

 

"Di destpêkê de divê sepana desteserkirina şaredariyan bi dawî bibe û hevşaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin vegerin ser erkên xwe.

 

Girêdayî Destûra Bingehîn, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn.

 

Operasyonên darazê yên li ser partiyên muxalîf bi dawî bibin, gefa girtina partiyan û qeyûman ji rojevê were derxistin.

 

Ji bo pêkanîna sererastkirinên yasayî, divê xebatên Meclisê werin lezandin."

 

Daxuyaniya hevpar a 11 partiyan bi van gotinan bi dawî bû:

 

“Nabe ku pêvajo ji helwesta desthilatdariya siyasî ya gîroker û dudil re were hiştin.

 

Ji bo avêtina van pêngavên şênber, divê aştîxwaz werin ba hev û dengê xwe bilind bikin.

 

Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dora têkoşîneke hevpar a ku wê aştiyê mayînde bike, kom bibin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye