Koma nivîsandinê ya komîsyonê Sêşemê dicive  

  Ji bo rapora dawî ya komîsyon a li meclisa Tirkiyeyê amade bike, koma nivîsê ya komîsyonê wê roja Sêşemê bicive.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Koma nivîsandinê wê roja Sêşemê saet di 15:00 de li Meclîsa Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Meclîsê û Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş bicive.

Di civînê de wê li ser rapora hevpar ku amadekariyên wê têne kirin, nêrîn bêne parvekirin û karê nivîsandina raporê bê nirxandin.

Di nava koma nivîsandinê ya komîsyonê de ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Emîr, Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya û Serokê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul hene.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye