Mazlûm Abdî êrîşên li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî, piştgiriya xwe ya tam ji bo hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê nîşan da û ragihand ku êrîşkirina ser saziyên fermî hewldaneke ji bo têkdana îrade û aramiya li herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), der barê êrîşa dawî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke fermî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş kiryarekî nemerdane û derveyî pîvanên exlaqî ye ku rasterast saziyên bingehîn ên herêmê dike armanc.

Abdî da zanîn ku ew di vê dema krîtîk de hevxem û piştgirê gelê herêmê ne û bang li aliyên peywendîdar kir ku li dijî van gefên terorîstî hevkariyê xurt bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina aramiya saziyên fermî yên Kurdistanê, ji bo ewlehiya tevahiya herêmê erkekî nîştimanî û mirovî yê hevpar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye