Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Rojnameya Turkgunê re axivî.
Bahçelî tekildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku ew qanûn destpêka qonaxa nû ya pêvajoyê ye û got ku bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û pêkanîna edaletê, dikare di demên pêş de bên rojeve.
Bahçelî der barê şert û mercên Abdullah Ocalan de jî ev tişt anîn ziman:
"Niha di pêvajoya li pêşiya me de avêtina di rapora komisyona meclisê de cih girtine hene.
Di vê çarçoveyê de dê qanûnên pêwîst bên çêkirin.
Abdullah Ocalan ku avakerê PKK'ê ye, ji bo fesixkirina PKK'ê û berdana çekan xwedî fonksiyoneke girîng e.
Divê di dema li pêş me de ji bo karibe piştgiriya pêvajoyê bike, şert û mercên wî werin sererastkirin."
Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel têkildarî gotinên Denîz Zeyrek ên der barê qanûna çarçoveyî de destnîşan kir ku ew weke Kurd zimanê kesî înkar nakin, lê mafê xwe yê zimanê dayikê dixwazin.
Tayîp Temel jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinek bi vî rengî kir:
Tayîp Temel: Em Kurd li vî welatî ne bi saya kesî dijîn
"Weke Kurd bersiva min ew e; ti kes li dijî fermîbûna zimanê Tirkî, hevparbûna zimanê Tirkî û hemwelatiyê îtîraz nake.
Em ê daxwaza mafê zimanê Kurdî bikin ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
Em Kurd li vî welatî ne bi saya kesî dijîn.
Em hemwelatiyên vî welatî ne.
Em ne cihêkariyê, lê wekheviyê dixwazin.
Em zimanê kesî înkar nakin, mafê xwe dixwazin, ne mafê kesî.
Helbet em ê Tirkî jî, zimanên din jî bi awayekî baş hîn bibin."
Tayîp Temel herî dawî destnîşan kir ku madem Kurd û Tirk dê bi hev re di vê rêyê de bimeşin, wê demê bila ziman û wekheviya bihevrebûnê rast bibe û got bihevrebûn ne bi înkara cudahiyan, lê bi wekheviyê pêkan e.
Nivîskar Alî Bayramoglu: Wê zimanê Kurdî û xwebirêvebirin bibe rojev
Nivîskar Alî Bayramoglu jî têkildarê heman mijarê ev nirxandin kir:
"Di Qanûna Çarçoveyê de daxwazên bingehîn ên Kurdan ên wekî demokratîkbûn, zimanê dayikê û rêveberiyên herêmî cih nagirin.
Di heyama paşîn de divê Kurd ji bo van daxwazan têkoşîna siyasî bimeşînin."
Bayramoglu anî ziman ku divê mijarên wekî rêveberiyên herêmî, zimanê dayikê û xwebirêvebirina Kurdan bên rojevê.