Şêwirmendê Serokkomar Mezlûm Ebdî û şandeya pê re îro bi Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Merwan Helebî re civiyan.
Di civînê de Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, endama Meclîsa Gel û cîgirên Wezîr beşdar bûn.
Civîn li ser mekanîzmayên pêkanîna entegrekirina peymangeh û zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav sîstema xwendina bilind a wezaretê de, naskirina bawernameyên wan û birêkûpêkkirina rewşa xwendekaran pêk hat.
Her du aliyan li ser rêbernameyên bicîhanîna pêvajoya entegrasyonê nîqaş kirin.
Her wiha Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan Helebî diyar kir ku çend fakulteyên ji zanîngehên Rojava û Kobaniyê niha bi zanîngehên Firat û Helebê ve girêdayî ne.
Di heman demê de, Helebî got ku wezaret ji bo çareserkirina şert û mercên îdarî û perwerdehî yên heyî di van saziyan de dixebite.
Helebî zêde kir ku projeyek ji bo damezrandina zanîngehek li Hesekê heye û desnîşan kir ku ji bo pêk anîna vê pirojeyê pêdivî bi pejirandina Meclîsa Gel heye.