Mazlûm Ebdî û parêzgarê Helebê civiyan

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî û parêzgarê Helebê Ezam Xerîb civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan, endamê Komîteya Entegrasyonê Xeznê Nebî û Gerînendetiya Herêma Kobanê amade bûn.

Civîn li avahiya parêzgariya Helebê pêk hat.

Li gorî Kanala Exbariya Sûriyê, di civînê de pêvajoya entegrasyona îdarî, ewlehî, leşkerî û rewşa xizmetguzariyê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha dosyaya vegera şêniyên li herêmên ku entegrasyon lê tên kirin, dozên girêdayî amadekirina mercên guncaw ên vegera koçberan û berdewamkirina xebatên xizmetguzariyê li wan herêman bi taybetî Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye