Li Yezdê jinek ji ber pêketina bi Virusekê jiyana xwe ji dest da

Li parêzgeha Yezdê ya Îranê, 11 kes bi nexweşiyeke virûsî bi navê taya Kirim- Kongoyê ketin. Ji kesên ku nexweşî vegirtine jinekê jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê li Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya parêzgeha Yezdê ya Îranî Mesûd Şerîfî duh ji ajansa nûçeyan a Îranî Farisê re axivî û behsa pêketina bi nexweşiyekê bi navê taya xwînrijandinê ya Kirim-Kongoyê li Yezdê kir.

Mesûd Şerîfî da zanîn ku heta niha, 11 pêketin bi taya xwînrijandinê ya Kirim-Kongoyê li parêzgehê hatine çespandin û ji hejmara giştî ya kesên ku ev nexweşî vegirtine, jineke 38 salî jiyana xwe ji dest daye.

Şerîfî lê zêde kir ku jina ku bi nexweşiyê miriye, goşt ji cihekî bê destûr kirîbû û di dema jêkirina goşt de destê xwe birîn kiribû, ku di dawiyê de bû sedema vegirtina wê ji nexweşiyê re û paşê jiyana xwe ji dest da.

Şerîfî tekezî li ser girîngiya hilanîna goşt di şert û mercên guncaw de kir û got ku heke goşt herî kêm 24 demjimêran di sarincekê de were hilanîn, her çend ev goşt qirêj be jî, vîrus dê were tunekirin.

Mesûd Şerîfî got ku ji ber vê yekê serjêkirina ajalan û amadekirina goşt li derveyî qesabxaneyên destûrdar dikare xeternak be.

Wekî şîrovekirina li ser vê nexweşiyê jî, Mesûd Şerîfî taya Kirim-Kongoyê wekî nexweşiyeke hevpar di navbera mirov û sewalan de bi nav kir.

Wî da zanîn ku ev nexweşî bi rêya kêzikên li ser laşê ajalan an jî têkiliya bi xwîna ku nexweşî vegirtiye tê veguhastin.

Nîşaneyên vê nexweşiyê yên destpêkê ta û êşa laş in, ku dikare bibe sedema xwînrijandinê û paşê mirinê.

Di dawiyê de, Mesûd Şerîfî ji welatiyan xwest ku goşt tenê ji qesabxaneyên destûrdar ên bi mohrê bikirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye