Di navbera Amerîka û Îranê de, alozî û nakokî berdewam in û her ku diçe kûrtir dibin.
Piştî ku Serokê DYA`yê Donald Trump ji Îranê xwest ku radest bibe û ala spî bilind bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, tekez kir ku Îsraîl her tim hewl dide ku ti rêkeftin an têghiştin di navbera Îran û Amerîkayê de, çênebe û hewldanên wê hîn jî berdewam in.
Li gorî ajansa nûçeyan a ISNA`yê, Ebas Eraqçî li ser vê yekê, di daxuyaniyên roja sêşemê de wiha aniye ziman:
"Ev tenê xeyalek e.
Îsraîlê her tiştê ku di destê wê de bû kiriye da ku pêşî li îmzekirin û pêkanîna memorandûmeke têgihîştinê di navbera Tehran û Washingtonê de bigire û hewldanên wê berdewam in.
Xeyala Trump a teslîmbûna bê şert û merc a Îranê pêk nehatiye û dê pêk neyê.
Me agirbest red kir û şer berdewam kir heya ku aliyê din qebûl kir ku li ser mercên me danûstandinan bike.
Dîplomasî û çalakiyên leşkerî bi hev re dimeşin."
Ev yek piştî roja borî ya ku Îran û Amerîkayê ji bo gihîştina rêkeftineke dawî li gorî memoranduma lihevkirinê ya ku di 17`ê hezîranê de bi armanca bidawîanîna şer hatibû îmzekirin, hat.
Di memorandumê de ji bo gihîştina rêkeftinekê ku mijarên berfirehtir ên wekî çarenûsa bernameya nukleerî ya Îranê û dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê hatine ferzkirin, 60 roj dem hatibû destnîşankirin.
Lê belê, memoranduma têgihîştinê, ku rawestandina tavilê û daîmî ya operasyonên leşkerî li hemû eniyan ragihand, ji ber nakokiya li ser kontrola Tengava Hurmizê zû hilweşiya.
Trump: Bila Îran ala spî bilind bike û radest bibe
Li aliyê din, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, roj duşemê bersiva pirsa rojnamevanan a ku dibêje ka gelo ew dixwaze peymana demkî bi Îranê re dirêj bike yan na? da.
Donald Trump bersiveke neyînî da û daxwaz kir ku bila Îran ala spî bilind bike û radest bibe.
Her wiha Trump, dubare kir ku ew ê nehêle Îran çekên nukleerî bi dest bixe.