Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan di operasyoneke hevbeş a moşekî û dronan de baregeha esmanî ya Elî El-Salim a li Kuweytê kiriye armanc û di encamê de biryargeha fermandariya Amerîkî, hangara dronan û cihê rawestandina wan hatine rûxandin û hejmarek serbazên Amerîkî hatine kuştin.
Aliyê Îranê diyar kir ku ev operasyon tevî êrîşên li ser baregehên Urdun, Behreyn û Hewlêrê wekî bersivdanekê ye li dijî bombebarana balafirên Amerîkayê ya li ser maleke sivîl li Sîrîkê ku di encamê de şahiya daweta malbatekî sunî bûye şîn û çar kesan di nav de zarokek jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî heftê kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyonê rasterast binesaziya leşkerî ya Amerîkayê kiriye armanc û ne li dijî hemwelatiyên Kuweytê ye, ku ev yek wekî beşek ji siyaseta herêmî ya Îranê ya ji bo zextkirina li ser vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkî ji Rojhilata Navîn tê nirxandin.