Amarên li Îranê: 55 kuştî û 629 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara qurbaniyên ji ber êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê aşkere kir. Wezaretê da zanîn ku heta roja pêncşemê, 23'yê tîrmehê, 55 kes hatine kuştin û 629 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Navenda Agahdariyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kerman Pûr, roja pêncşemê li ser platforma Xê, amarên qurbaniyên ji ber êrîşên Amerîkayê di sê hefteyên borî de eşkere kir û wiha belav kir:

"Ji destpêka êrîşên asmanî yên Amerîkayê ji 27'ê hezîranê û heta saet 9'ê sibehê yê roja 23'yê tîrmehê, 629 kes birîndar bûne û 55 kes jî şehîd bûne.

Di nav birîndaran de 46 jin û 24 zarok û ciwanên di bin 18 salî re hene.

Di nav şehîdan de 6 jin û 3 zarok û ciwanên di bin 18 salî re hene.

Heta niha 52 emeliyat hatine kirin û 36 kes hîn jî li nexweşxaneyan in."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye