Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ji bo nîqaşkirina êrîşê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakqî re axivî.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Fuad Husên ev êrîşa bêhincet şermezar kiriye û daxwaz kiriye ku Îran helwesta xwe ya fermî li ser vê êrîşê eşkere bike.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî matmayîbûna xwe ya li hemberî rûdana êrîşeke bi vî rengî" aniye ziman û wiha gotiye:
Ti agahî li ber destê me nînin ku êrîş ji axa Îranê hatibin kirin.
Eger em pêwendiyên erênî û xurt ên di navbera hikûmeta Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî bi her du partiyên sereke re binîn ber çvan ti hincet ji bo karekî wiha nîne.
Wezareta Karên Derve yê Îran soz da ku dê ji bo zelalkirina helwesta xwe daxuyaniyeke fermî bide.