Pêla girtin û binçavkirinê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike.
Mafên Mirovan a Kurdistanê, li ser zêdebûna kiryarên bêdengkirinê yên dewleta Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.
Li gorî raporê, li bajarê Urmiyê hejmara kesên ku roja çarşemê hatine binçavkirin gihîşt 5 kesan.
Her wiha li bajarên Şino û Mehabadê jî 7 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nehatî zanîn.
Li navçeya Şinoyê 6 welatî hatin binçavkirin. Li bajarê Mehabadê jî çalakvanê medenî Hîwa Ebdulahî hat binçavkirin.
Her wiha li navçeya Kamyaranê roja pêncşemê, hêzên Îstixbaratê (Îtîlaat) bi wesayîtên sivîl bi ser dikanên du esnafan de girtin ku navên wan Muhsîn Esedî û Yasir Husênî ne. Ew her du bi tundî hatin binçavkirin û tê gotin ku binçavkirina wan bi greva giştî ya salvegera qetilkirina Jîna Emînî re têkildar e.
Li navçeya Pîranşarê jî kalekî bi navê Mam Ezîz Qadirî ji aliyê Îtîlaata Supayê Pasdaran ve hat bangkirin û lêpirsîn li ser hat kirin.
Her wiha li navçeya Bane, kolberê bi navê Arwîn Ezîzî, li ser sînorê Hengejal a Baneyê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên dewleta Îranê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Tevî hewldan û şopandina malbatan jî, navendên ewlehî û dadweriyê bersiva wan nedane û li ser çarenûs, cihê girtinê û tohmetên li ser kesên binçavkirî tu agahî bi dest neketiye.
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin
Pêla girtin û binçavkirinê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Pêleke nû ya binçavkirin, tundî û serdegirtina malan hatiye desptêkirin. Tê gotin 14 kes hatine binçavkirin.