Li gorî raporek ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ve hatiye weşandin, di 14’ê tebaxa 2026’an de, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li gundekî Dîwandereyê bi ser malekê de girtin û ji malbatekê 3 kes girtin.
Di raporê de hat diyarkirin ku Meryem Mura diyan, Sîrus Hemîdî û zaroka wan a 16 salî, Kurdîya Hemîdî, piştî girtina wan rakirine Girtîgeha Jinan a bajarê Sine û Girtîgeha Navendî ya Sine.
Zaroka 16 salî li gel dayika xwe li Girtîgeha Jinan a Sine di hucreya yekkesî de dihat ragirtin û piştî çar rojan hate berdan.
Lê belê dayik û bavê hîn jî li girtîgehên Sine di hucreyên yekkesî de têne girtin.
Her wiha rayedarên girtîgehê mafê şêwirmendiya hiqûqî (parêzer) û serdanên malbatê nadin van girtiyan.