Hêzên Ewlekariya Hundirîn rakirina çekan û teqandina agirbaziyê qedexe kir

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi biryarnameyekê rakirina çekan û teqandina agirbaziyê di kombûyînan de qedexe kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê têkildarî qedexekirina rakirina çekan û teqandina agirbaziyê di kombûyînan de, biryarnameyek derxist.
Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku ev gav ji bo ewlehiya giştî tê avêtin, ji ber ku bikaranîna çekan û teqandina agirbaziyê jiyana şêniyan dixe nava xetereyê.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku kesên binpêkirinê bikin dê li gorî rêkarên qanûnî der heqê wan de biryar bên girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye