Îsraîlê çend deverên Başûrê Libnanê topbaran kirin

Hêzên Îsraîlê berbanga îro, Wadî Zebqîn ê li başûrê Libnanê topbaran kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ajansa Neteweyî ya ragihandina fermî ya Libnanê diyar kir ku Îsraîlê deverên Me`adî, Mensûrî, Hedasa û Bere`şîtê jî topbaran kirin.

Ji 2`yê adara borî ve, piştî ku Hizbullaha Libnanê bi mûşekan bakurê Îsraîlê topbaran kir, îsraîlê li dijî Libnanê dest bi şer kiriye û çend bajarok li başûrê Libnanê kontrol kirine.

Tevî ku di navbera herdu welatan de 3 caran agirbest hatiye ragihandin jî, lê şer ranewestiyaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye