NY: Li Siweydayê 2 bijîşk hatin kuştin
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku li parêzgeha Siweydayê 5 êrîş li dijî sektora tenduristiyê hatine kirin û di encamê de 2 bijîşk hatine kuştin.
Ji bilî kuştinan jî şêniyên bajarê Siweydayê bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ne.
Ji ber dorpêçê firinên Siweydayê li ber rawestandinê ne
Çend roj e bi sedan şêniyên bajarê Siweydayê li ber firina sereke ya bajêr kom dibin da ku nan bistînin. Firinên gundan û bajarokan jî ji ber nebûna ard rawestiyan.
Komên çekdar nahêlin ard derbasî bajêr jî bibe, lewma niha ardê firina bajêr li ber xilasbûnê ye, ev jî dê êş azara xelkê zêde bike.
Gelê Siweydayê li dijî dorpêç û komkujiyan derketin xwepêşandanê
Her wiha gelê Siwêdayê li dijî van dorpêç û komkujiyan derketin xwepêşandanê. Xwepêşandêran li gelek bajar û bajarokan dirûşmeyên parastina navneteweyî û vekirina korîdorên mirovî bilind kirin, di heman demê de bang li kiryarên lezgîn ên navxweyî û navneteweyî kirin.
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûryê di 13’ê Tîrmehê de bi piştgiriya hin kesên bi navê eşîrên Ereb û bedewî li dijî civaka Durzî komkujî pêkanîn. Tevî agirbest hatiye ragihandin jî êrîşên xwe didomîne.