Dewleta Îranê 6 girtî bi dar ve kirin

Dewleta Îranê girtin û bidarvekirina welatiyan berdewam dike. Dewleta Îranê 6 girtiyên ku berê cezayên bidarvekirinê li wan hatibû birîn, bi dar ve kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a HRANA’yê, li Îranê 6 girtiyên ku berê cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn, hatin bidarvekirin.

Ev girtî di demên cuda de hatin bidarvekirin.

Her wiha, 7 girtiyên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn, piştî mirina dê û bavên wan, ji cezayê bidarvekirinê hatin berdan.

Ajansê da zanîn ku dadgeheke cezayî li Tehranê cezayê bidarvekirinê li bersûcekî birî .

Rêxistina Mafên Mirovan a HANA’yê diyar kir Îranê cezayê girtin, qamçîlêdan û sirgûnkirinê li welatiyê Kurd Xelîl Resûlî birrî.

Xelîl Resûlî di xwepêşandanên çileya 2025'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yê Îranê ve birîndar bûbû û paşê hat girtin.

Ji aliyê dezgehên dadwerî yên Îranê ve, 8 sal zindana giran, 80 qamçî û du sal sirgûnî li vî girtiyê siyasî hat birrîn.

Dewleta Îranê 4 welatiyên Kurd girtin

Ajansa Nûçeyan a HRANA’yê ragihand ku êvara roja çarşemê, 17'ê hezîranê, 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Girtina van welatiyan bêyî fermana dadwerî pêk hatiye.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan HANA’yê diyar kir ku hêzên Wezareta Îstîxbaratê avêtine ser mala Dr. Kumar Huseyînzade û lêgerîn kirine û hejmarek ji tiştên wî yên kesane desteser kirine.

Li gorî HRANA’yê, ajansa nûçeyan a Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, 24 roj di ser girtina Şayan Ekberî re derbas bûne.

Her wiha Arian Hemmati û Mehran Talaei jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, lê der barê rewşa van her sê welatiyan de ti agahiyên rast tune ne.

Naser Atabatî, serokê dadweriya Azerbaycana Rojava, ragihand ku ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ve, 480 kes hatine girtin.

Nasser Atabatî got ku heta niha 10 ji wan kesên ku hatine girtin, cezayê bidarvekirinê wergirtine û 3 jî hatin bidarvekirin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye