Sûriye: Welatiyên xwe ji kampên Hol û Rojê vegerînin

Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ser rewşa jin û zarokên biyanî yên di kampên Hol û Rojê de. Nûnerê Sûriyê Îbrahîm Olabî bang li welatan kir ku welatiyên xwe vegerînin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo vegerandina welatiyên biyanî yên di kampa Roj û Holê de bangeke nû kir.

Nûnerê Domdar ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî di rûniştina "Zarok û Pevçûnên Çekdarî" de axivî.

Îbrahîm Olabî kampên Hol û Rojê wekî "Kampên Dojehê" pênase kir û anî ziman ku “bi hezaran jin û zarokên ji welatên cuda ev 7 sal in di wan kampan de di bin şert û mercên giran ên mirovî de dijîn.”

Olabî her wiha destnîşan kir ku ew zarok ji xizmetên bingehîn ên wekî tenduristî û perwerdeyê bêpar in.

Nûnerê Sûriyê bang li hikûmetên peywendîdar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde bi lez welatiyên xwe vegerînin û hevkariyê bikin.

Awistralyayê pêvajoya vegerandina jina dawî daye destpêkirin

Di heman demê de hikûmeta Awistralyayê pêvajoya vegerandina jina dawî ya Awistralyayî û keça wê ya 9 salî ya di Kampa Rojê de da destpêkirin.

Vegerandina vê jinê berê bi biryara dadgehê hatibû bipaşxistin, lê piştî serlêdana parêzerên wê, destûr hat dayîn ku ew bikeve Awistralyayê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Awistralyayê Tony Burke eşkere kir ku piştî vegera wê jinê, dê li gorî yasayên têkoşîna li dijî terorê tedbîrên tund ên ewlehiyê lê werin sepandin.

Di vê çarçoveyê de, dê kelepçeya elektronîk bi wê jinê ve were girêdan û di saetên diyar de qedexeya derketina derve li ser wê hebe.

Her wiha ew dê bi berdewamî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de be û peywendiya wê ya bi hinek kes û komên diyar re were sînordarkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye