DNO'yê li 2 zeviyên Başûrê Kurdistanê dest bi hilberandina petrolê kir

Piştî lihevkirina di navbera Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê ya parastina kompanyayên petrolê de, careke din hilberandina petrolê dest pê kir. Kompanyaya "DNO" ya Norweçê jî li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê dest bi hilberandina petrolê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî vegera çend kompanyayên biyanî ji bo xebitandin û hilberandina petrolê li Îraqê, kompanyaya Norweçê jî vegeriya hilberandinê.

Piştî rawestîna çend mehan hilberandina petrolê li Başûrê Kurdistanê, Kompanyaya "DNO" ya Norweçê li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê dest bi hilberandina petrolê kir.

Biryar e yekşema bê yan 28'ê hezîranê, kompanyaya “HKN” jî li zeviya Etrûşê dest bi karên xwe bike.

Bi hatina van kompanyayan re biryar e hilberandina rojane ya petrolê li Başûrê Kurdistanê bigihêje nêzî 170 hezar bermîlan.

Beriya niha kompanyayên “Gulf Keystone” û “HKN”ê dest bi hilberandinê kiribûn û kompanyaya “Hunt Oil”ê jî dê di 8'ê tîrmeha bê de dest bi karên xwe bike.

Ji 11 kompanyayên warê petrolê ku li Herêma Kurdistanê kar dikirin, 8 kompanyayan karên xwe rawestandibûn.

Li Îraqê 530 zeviyên petrolê hene ku ji wan 8 zeviyên girîng li Herêma kurdistanê ne.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di gulana sala 2023'yan de, ji ber biryara Dadgeha Parîsê hatibû rawestandin.

Lê kompanyaya Norweçê bi xwe, wê demê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku piştî 4 rojan ji rawestandina hinardekirina betrolê bi rêya Dergeha Cîhan a Tirkiyê, ew karê xwe radiwestîne.

Lê piştî lihevkirina di navbera Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê ya li ser parastina kompanyayên petrolê de, careke din kompanya vedigerin herêmê.

Zeviyê Tawkê sala 2006'an û yê Pîşabûr jî sala 2012'an hatibûn dîtin û kompanyayên Navdewletî jî karê hilberandina wan zeviyan dikirin.

Çavdêr jî pêşbînî dikin ku bi vegera kompanyayan re bandor li aboriya Îraqê were û di mehên pêş de rewşa jiyanî baştir bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye