Piştî girtina Merdan Yanardag qeyûm avêtin li ser TELE1ê. Xebatkarên televîzyonê îro bi daxuyaniyek dan diyakirin li dijî van kiryaran ew bi komî îstîfa dikin.
Li ser navê xebatkaran daxûyaniya bi navê "Em teslîm nabin", ji aliyê pêşkeşvan Murat Taylan ve hate xwendin.
Taylan, ji raya giştî re da diyakirin ku hemû xebatkaran ji erkên xwe îstîfakirine û got:
"Weşana ku rûmeta me binpê dike em qebûl nakin. Em wek TELE1 ji saziyaku di bin rêveberiya qeyûm de ye vediqetin.
Emê mafê azadiya gel yê nûçe girtinê biparêzin. Em li gel Merdan Yanardag in. Ev îlana berxwedanê ye. An emê rêyekê bibînin an emê rêyekê çêkin."