PDK Û YNK LI HEWLÊRÊ BI HEV RE DICIVIN

Serok û berpirsên PDK û YNK'ê wê li Hewlêrê bi hev re bicivin û gelek mijarên girîng nîqaş bikin.

reset font size increase font size

Îro roja duşemê li Pîrmam a ser bi Hewlêrê ve, civîneke girîng di navbera PDK û YNK'ê de, bi beşdarbûna serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê YNKê Bafil Talebanî tê lidarxistin.

Li gorî çavkaniyan, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê serokwezîr, Qubad Talebanî wê di civînê de amade bibin.

Di  civînê de mijarên Yekrêziya Kurdan li Bexdayê, avakirina hikûmeta dehem a Herêma Kurdistanê, dabeşkirina mûçeyên karmendên giştî û stratejiya hinardekirina petrolê li herêmê wê bêne nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye