Li gorî agahiyên ajansa ANHA, girûpên çekdarên ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ev 3 rojin bi hemû cure çekan êrîşî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêx Meqsûd dikin, niha jî bombeyên gazê di avêjin hundirê nexweşxaneyê.
Bombeyên gazê mirovan bê nefes dihêlin û xeteriya jiyanê çêdikin. Li Hundirê nexweşxaneyê jî nêzî 100 nexweş, birîndar, jin û zarok hene.