Piştî Newrozê polîsên Tirk li Stenbolê Kurd binçav û êşkence kirin

Li Stenbolê di nav de zarok jî, 38 kes bi êşkenceyê hatine binçavkirin. Di encam de yek jê zarok e, 9 kes hatine girtin. Her wiha girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar ê ku li nexweşxaneyeke Stenbolê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Polîsên Tirk piştî pîrozbahiyên Newrozê di serî de li Stenbol û gelek deverên din ên Tirkiye û Kurdistanê, bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.

 

Kesên ku hatine binçavkirin bi "propagandaya PKK" hatine tawanbarkirin.

 

Polîsên dewleta Tirk piştî pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi ser malan de girtin û zêdetirî 100 kesî binçav kirin.

 

Serdegirtin û binçavkirin piştî nûçeyên provokatîf ên medyaya dîjîtal li ser hilgirtina wêneyên serokê PKK û gerîlayan hatine kirin û xelk bi "propagandaya PKK" hatine tawanbar kirin.

 

Yek jê zarok e, 9 kes hatine girtin

 

Di serdegirtinên li Stenbolê de, di nava wan de zarok jî hene, 38 kes bi êşkenceyê hatine binçavkirin.

 

Polîsan di dema binçavkirinê de êşkence li ciwan û zarokan kirin û wan birin Edliyeya Çaglayan a Stenbolê.

 

Piştî karûbarên îfadeyan, 26 kes bi biryara kontrola edlî hatine berdan. 2 jê zarok bûn, 12 kes jî bi hinceta “endamê rêxistinê ne” sewqî dadgeriyê hatine kirin. Ji 12 kesan yek jê zarok e, 9 kes hatine girtin.

 

Di serdegirtinên ku Polîsên Tevgera Taybet pê rabûn, çek li welatiyan hat kişandin, gef li wan xwarin û mal serobino kirin.

 

Li gorî agahiyên ajansa Firatê, malbatek ku bi ser mala wan de hatiye girtin diyar dike ku zarokê wan ji ber ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbû, hewl didin wî binçav bikin.

 

Malbatê anî ziman ku polîsên ku ketin hundir, çek li wan û zarokên wan ên biçûk kişandine, gef li wan xwarine û xiradê mala wan serobino kirine.

 

Di serdegirtineke din de, polîsan êşkence li N.E. yê ku temenê wî di bin 19 salî de ye, kir.

 

N.E. ji ber êşkenceyê di serê xwe de birîndar bû û ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan.

 

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp jiyana xwe ji dest da

 

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar ê rixmî ku nexweş bû nehat berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

 

Taşar demeke dirêj nexweş bû û bi hincetên kêfî nedihat berdan.

 

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70) ê ku ji 3'yê Adarê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

 

Li Nexweşxaneya Çam Sakura ya li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dihat dermankirin.

 

Hate ragihandin, piştî ku cenazeyê Taşar ji nexweşxaneyê were wergirtin wê cenaze bibin Êlihê.

 

Taşar li Girtîgeha Tîpa L ya Jimare 5 a Marmarayê (Silîvriyê) hatibû ragirtin û di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû.

 

Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan gelek caran ji bo Taşar bang li rayedaran kiribûn ku were berdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye