Rêjeya serkeftinê ya xwendekarên refa 9`an ji sedî 81 e

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 hezar û 676 xwendekarên refa 9`an ên dibistanên Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe pêk anîn. Rêjeya serkeftina xwendekaran ji sedî 81.31 e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Duh 17`ê Tebaxê encamên ezmûnên refa 9`an (yên giştî û serbest) ên dibistanên Rêveberiya Xweser hatin ragihandin.

 

Li gorî daneyên ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane, sala xwendinê ya 2024-2025`an bi awayekî serbest (navendî) 6 hezar û 440 xwendekar û bi awayeke giştî (nenavendî) hezar û 236 xwendekaran ezmûnên refa 9`an pêk anîne.

 

Bi gelemperî 7 hezar û 676 xwendekaran ezmûn derbas kirine.

 

Rêjeya giştî ya serkeftinê ya xwendekarên refa 9`an vê salê ji sedî 81.31 e.

 

Bernameya ezmûnên refa 9`an ji 14`ê hezîranê heta 3`yê tîrmehê dom kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye