Parlementerê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç serdana navenda partiya xwe ya şaxa Semsûrê kir.
Di serdanê de Saruhan Oluç di derbarê pêvajo û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de nirxandinên girîng kir.
Saruhan Oluç di destpêka nirxandinên xwe de behsa hilweşandina mezin ya ji ber erdeheja 6'ê Sibatê kir û diyar kir ku Semsûr ji ber erhejê gelek êş kişandiye.
Di berdewamiya axaftina xwe de Saruhan Oluç destnîşan kir ku xebatên komîsyonê ketiye qonaxeke krîtîk û wiha berdewam kir:
"Divê gavên berbiçav werin avêtin"
"Komîsyon wê hefteya bê guhdarîkirinên xwe temam bike, piştî wê em ê dest bi pêvajoya nivîsandina raporê bikin. Rapor dê di Mijdarê de pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê were kirin."
Saruhan Oluç daneyên ji civînên aştî û civaka demokratîk ên partiya xwe parve kir û got: "Daxwaza aştiyê par sedî 40 bû îro gihiştîye ji sedî 75 e. Civak Tirkiyeke bê şer û aştî dixwaze."
"Avakirina aştiyê tenê bi diyalogê mimkun e"
Parlementerê DEM Partiyê got:"Ruxmê ku ji sedî 75'ê civakê alîgirê aştiyê ye, lê fikarên wan jî hene û divê gavên berbiçav werin avêtin da ku ev bawerî ji nû ve were avakirin."
Parlementerê DEM Partiyê Saruhan Oluç wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bi serokatiya partiyên li derveyî komîsyonê re jî dicivin. Em dem bi dem bi hemî partiyên di Parlamentoyê de re têkilî datînin da ku pêvajo pêşve biçe û komîsyon bi bandortir bixebite. Avakirina aştiyê tenê bi baweriya hevbeş û diyalogê mimkun e."