Civîn li havîngeha Dukanê pêk hat.
Qubad Talebanî rewşa siyasî ya herêma Başûrê Kurdistanê û Îraq ji parlamenterên Fraksiyona Kesk re şîrove kir û got:
YNK di vê qonaxê de bi bandor û bihêz e.
Helwest û siyaseta wê di asta navneteweyî de ji her demê bêtir tê pejirandin.
Di derbarê rewşa Herêma Başûrê Kurdistanê û mijara avakirina hikûmetek nû de, Qubad Talebanî zelal kir ku hemû dost û aliyên navneteweyî ji helwest û nêrîna YNKê haydar in û wiha domand:
YNK`ê ne rêgire li ber avakirina kabîneyek nû, lê belê ew tekezî li ser pêkanîna hikûmetê dike.
Ji destpêka danûstandinan ve, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) gotiye ku ew ê beşdarî hikûmetekê bibe.
Qubad Talebanî di dawiyê de bang li parlamenterên YNK kir ku erkên xwe yên li hember gelê Kurdistanê bicîh bînin.