Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi vîdyoyî peyameke ji bo gelê Libnanê weşand.
Benjamin Netanyahu got ku Îsraîl dê li başûrê Libnanê bimîne heta ku Hizbullah gefên xwe bidomîne.
Her wiha Netanyahu anî ziman ku helwesta wan diyare û dev ji başûrê Libnanê bernadin heta ku gef nemîn in.
Di berdewamiya axaftina xwe de van gotinan ji leşkerên xwe re rûbirû kir:
"Bi saya kiryarên we, Libnan Îsraîlê nas dike û Îsraîl Libnanê nas dike.
Em ji Îran û Hizbullahê re dibêjin: Ji vê derê derkevin.
Êdî cihê we li vir tune ye.
Du dewletên serwer hene ku dixwazin bi aştî bijîn."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dawiyê de tekez kir ku divê Hizbullah derkeve û cihê wê li başûrê Libnanê tune ye.
Ev şerê Îsraîl û Libnanê ji sala 2006 de dest pê kiriye û heya niha berdewam dike.