Hikûmeta Îraqê mehane 120 milyar dînarên Başûrê Kurdistanê qut dike

Radestkirina 120 milyar dînarên dahata navxweyî ya ne-petrolî, pirsgirêk di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de çêkiriye. Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dibêje, ku ti bingehên yasayî ji bo vî karî tune ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Radestkirina pereyê dahata navxweyî pirsgirêk di navbera Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de çêkiriye.

Ji bo dabeşkirina mûçeyê mûçexorên Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê mehane nêzîkî 950 milyar dînar ji bo Wezareta Darayî û Aboriya Başûrê Kurdistanê dişîne.

Li hember hinartina vî qebareya pereyî, mercên Hikûmeta Îraqê hene.

Yek ji wan mercan jî,  ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê mehane 120 milyar dînarên dahata navxweyî ya ne-petrolî ji bo hikûmeta Îraqê bişîne.

Lê belê, ev çend meh in ku hinartina vî qebareya pereyî ji bo Îraqê ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve daxir dibe û ji 120 milyar dînaran kêm bûye ji bo 50 milyar dînaran.

Hinceta wan jî ew e  ku dahata navxweyî kêm bûye.

Vê çendê hikûmeta Îraqê dilgiran kiriye. Ji ber wê yekê, Wezîra Darayî ya Îraqê ragihand û got:

“Her meh em ê mûçeyê mûçexorên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bidin, lê em ê 120 milyar dînar ji pereyê mûçeyê qut bikin.”

Mesrûr Barzanî: Radestkirina 120 milyar dînaran ji bo Îraqê ne yasayî ye

Têkildarî mijarê Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku qut kirina120 milyar dînaran ji aliyê hikûmeta Îraqê ve çi bingehên xwe yên yasayî nîne.

Tiştê ku di yasayê de hatiye, radestkirina nîvê dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha got ku di dema xwe de ev biryar ji aliyê kesekî ve hatiye dayîn, lê niha dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê kêm bûye û divê hikûmeta Îraqê vî mercî sivik bike.

Li gorî rêkeftineke di navbera Îraq û Başûrê Kurdistanê de, divê Başûrê Kurdistanê rojane 200 hezar bermîlên petrolê û mehane 120 milyar dînar ji dahata ne-petrolî û ji dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê radestî hikûmeta Îraqê bike.

Di hember de, hikûmeta Îraqê jî mehane nêzîkî 950 milyar dînarên Îraqî ji bo mûçeyê mûçexoran radestî hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye