Xelkên Til Temirê li dijî rewşa debarê ya xirab rêya m4 girtin

Nerazîbûnên li dijî têkçûna aboriya Sûriyê dewam dikin. Şêniyên Til Temirê li dijî rewşa debar û xizmetguzariyê ya xirab rêya M4 girtin. Şêniyan bang li aliyên peywendîdar kir ku vê krîzê çareser bikin. MSD'ê piştgiriya çalakiyên gel kir û got ku bêyî çareseriyeke siyasî, ev pirsgirêk çareser nabin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî şandeyeke NY pêşwazî kir û dosyayên mirovî gotûbêj kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Sûriyê, bertekên li dijî krîza aborî dewam dikin.

Şêniyên bajarê Til Temirê ji ber rewşa debarê û xizmetguzariyê ya xirab çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. 

Şênî li derbasgehên bajar kom bûn û rêya M4 girtin.

Xwepêşanderan diyar kir ku zêdekirina bihayên petrolê barên aborî li wan giran dike. 

Şêniyan her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku bersiva daxwazên wan bidin û krîzên heyî çareser bikin.

MSD: Bêyî Çareseriyeke Siyasî Aloziya Heyî Çareser Nabe

Li ser vê kirîza aborî û jiyanî ya ku Sûriye tê re derbas dibe, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê jî daxuyaniyek da. 

MSD'ê da zanîn ku rewşa niha ku Sûriye tê re derbas dibe, ji ber siyaseta rêveberiyê ye ku ji danîna çareseriyekê re girtî ye.

MSD'ê eşkere kir ku berdewamiya vê siyasetê wê gelê Sûriyê penaber bike û ev dihêle ku mijara jihevxistina civakî kûrtir bibe. 

MSD'ê bpiştgirî da çalakiyên gel û ji bo çareseriyê ev xal diyar kirin:

- Ji bo sazkirina pêşeroja Sûriyê, pêwîst e çareseriyeke siyasî ya giştî hebe.

- Divê saziyên dewletê ji nû ve dûrî hişmendiya yeknavendî bên avakirin.

- Ji bo xizmetguzariyeke baş, divê ji bo aboriyeke dadmend siyaseteke aborî ya zelal bê destgirtin.

- Ji bo parastina civakê pêwîst e plan bi lez ji bo beşên civakê bên danîn.

- Divê rê li ber gendeliyê bê girtin.

MSD'ê  di dawiyê de got ku tiştê ku niha pêwîst dike, vîneke niştîmanî ya giştî ye ku bi vê çarçoveya welatîbûn û dadmendiyê bê vegerandin.

 Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke NY re civiya

 Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî şandeyeke NY ya ku rewşa aborî û siyasî li herêmê dişopîne, pêşwazî kir.

 Nûredîn Ehmed rêveberê Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR), Oliver Smith, pêşwazî kir.

 Civîn di çarçoveya hevrêziya hevbeş de ji bo şopandina mijarên mirovî li parêzgehê hat lidarxistin.

 Di civînê de, her du aliyan rewşa mirovî ya li Hesekê û astengiyên girêdayî şert û mercên jiyanî û xizmetguzariyê nirxandin.

 Her wiha rêbazên zêdekirina hevkarî û hevrêziya di navbera aliyên peywendîdar de hatin gotûbêjkirin, da ku bersivdana pêdiviyên mirovî baştir bibe.

Di heman demê de, di civînê de mekanîzmayên piştgirî û alîkariyê ji bo koçberên Serê Kaniyê hatin gotûbêjkirin. 

Aliyan girîngiya amadekirina şert û mercên guncav ji bo vegera wan a birûmet û ewlehî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn di vê qonaxê de, berçav girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye