Li Hesekê hişyariya lehiyê hat kirin

Rêveberiya Çavkaniyên Avê li parêzgeha Hesekê Ebdul Ezîz Emîn, hişyarî da şêniyên ku li kêleka çemê Xabûr dijîn û got: "Îhtîmale asta çem û lehiyê di demjimêrên pêş de bilind bibe û di encama wê de lehî çêbibe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma Cizîrê, roja şemiyê baraneke dijwar bariya.

 

Av li kolanan kom bûn, derbasî gelek malan bû û her wiha zerarek mezin li zeviyên çandinyê jî bû.

 

Zirara herî mezin, giha koçberên ku di konan de dijîn.

 

Bi dehan kon hilweşiyan û kelûpelên tê de di avê de man.

 

Derbarê mijarê de, Rêveberiya Çavkaniyên Avê li parêzgeha Hesekê Ebdul Ezîz Emîn roja Yekşemê hişyarî da

 

şêniyên ku li kêleka çemê Xabûr dijîn û got:

 

"Îhtîmale asta çem û lehiyê di demjimêrên pêş de bilind bibe û di encama wê de lehî çêbibe."

 

Ebdul Ezîz Emîn, bang li şêniyên taxên Neşwa, Leyliyê û Xwêran ku li navenda bajarê Hesekê ne, bi taybetî yên li

 

nêzîkî çem kir ku di demjimêrên pêş de ji çem dûrkevin û tedbîrên pêwîst bigirin.

 

Li bajarê Hesekê di 24 saetên borî de, bi qasî 58 mîlîmetre baran bariya.

 

Çend saetên dawî ji barîna baranê bûne sedema lehiyên mezin.

 

Yek jê li çiyayê Ebdul Ezîz ku ber bi çemê Xabûr ve dadikevin.

 

Her wiha ev yek îhtîmala zêdebûna herikîna avê di çem de, di dema pêş de zêde dike.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye