Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi Komîteya Koçberên Serê Kaniyê re civiya.
Di civînê de çarçoveya hewldanên berdewam ên çareserkirina pirsgirêka vegera koçberan hat nîqaşkirin.
Her wiha di civînê de mekanîzmayên pratîkî û tedbîrên girêdayî vê dosyayê hatine gotûbêjkirin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê astengiyên rûbirûyî vegera wan, gavên ji bo dabînkirina vegereke birûmet û mayînde misoger bike, bi berferehî nirxand.
Komîteyê ji bo serxistina xebata vegerê, daxwazên şêniyan weke pêwîstiya çareserkirina aliyên ewlehiyê, pirsgirêkên rêveberiyê, rêxistinî û yasayî yên girêdayî birêvebirina herêmê û gundewarên wê piştî vegerê, pêşkêş kirin.
Girêdayî mijarê, bal li ser parastina mafê milkiyeta şêniyan, misogeriya vegera mal û milkên wan bêyî tu astengiyan, hat kişandin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî diyar kir ku ji bo dosyaya vegera koçberan û serxistina xebata ji nû ve vegera aramiyê, ew bi aliyên li Şamê û şandeya serokatiyê re di nava têkiliyan de ne.
Di civînê de, her du aliyan li hev kirin ku hevkarî û peywendiya rasterast berdewam bike û şert û mercên guncaw ên vegera koçberan li tevahî bajar û gundan werin amadekirin.