Êzidî meha Nîsanê wek "bûka salê" bi nav dikin û di yekemîn çarşema meha nîsanê de (li gorî salnameya kurmancî (Laleşê) ku li gorî heyvê diçin), cejna Çarşema serê Nîsanê ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin.
Ji vê salnameyê re dibêjin “salnameya Feqîran”, lê di eslê xwe de salnameya Mergehê ye ku a Şengalê ye.
Êzidî Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin
Êzidî berî roja çarşemê dest bi amadekariyên xwe dikin.
Di nav bedewiya biharê de digerin û kulîlkên reng bi reng tînin malên xwe.
Her wiha dest bi kelandina hêkan dikin û paşê hemû hêkan rengereng dikin.
Bi derketina tîrêjên roja Çarşema Serê Nîsanê re, xelkên Êzidî qalikên hêkan û kulîlkên biharê, tevî herî yan jî hevîr li ber deriyê malên xwe ve dikin.
Paşê diçin goristanê û cejna miriyên xwe pîroz dikin û bi wan re dest bi pîrozbahiya cejnê dikin.
Pîrozbahiya vê cejnê heta êvarê dewam dike.
Li gelek cihan bi boneya vê rojê şahî tên lidarxistin
Meclîsa Gel a Şengalê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Meclîsa Gel a Şengalê bi peyameke bi dîmen ku weke kurtefîlmek hatiye amadekirin, Cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir.
Îro jî danê sibehê xelkê Êzidî çûn cejna hev û wê piştî nîvro jî li çend cihên cûda bi gerandina govendê cejna xwe pîroz bikin.
15’ê Nîsanê jî wê Çarşema Serê Nîsanê ya Bavê Şêx be ku li Îraqê jî fermî tê qebûlkirin.